Ji me re dibêjin “di malên xwe de bimînin!” Em çawa bimînin? Em ji wan burjûvayên xemsar nîn in. Yên ku jiyanê diafirînin em in. Yên ku çerxan digerînin em in. Em neçar in bixebitin da ku jîyana xwe bidomînin. Em neçar in bixebitin ji bo berdewamîya jîyana temamê civakê.

Ji me re dibêjin “li xwe miqate bin!” Durûtîyeke ji vê mezintir mimkin e? Em li dikanan û dezgehan û nexweşxaneyan herçî dixebitin xwe diqetînin; vêca em çawa li xwe miqate bin? Gelo em bi wî awayî li xwe miqate bin ku di nav gemarîyên metro û otobûsan da bi destmalan xwe bi hesinan digirin? Di dezgehên bê sabûn û bê dezenfektan de em ê li xwe miqate bin? Yan gava ku em ji bo pênc deqan ji serkar mifteya tiwaletê distînin li xwe miqate bin? We xeta gilîkirina kargehan ava kiriye. Em kargehan bidin girtin û bê kar bimînin?

Û ji vê wêdetir, çima ez “pêşî li xwe miqate bim?” Yên ku dîn û îmana wan pere ye, pêşî xwe difikrin. Dibêje heta xwe xilas nekim, nikarim yekî din xilas bikim. Em karker in. Em dizanin ku bi tena serê xwe, qedrê me tine ye. Em dizanin patronê ku di ber guhên me de pistepistê dike û dibêje “xwe bifikire”, “malbata xwe bifikre” dixwaze me berde hev. Gava ku xwişk û birayên me yên Surî û Afxan û Ozbek bi sêyeka kêmtirîn muçeyê bixebitin, gelo dibe ku ewlehîya me ya karî hebe? Em tenê gava bibin yek bihêz in. Wê tenê gava me ji bo dozeke hevpar têkoşîn kir em ê bikaribin xwe rizgar bikin.

Dibêjin “tendirustîya gel bifikrin.” Gava em tev gel bin nexwe çima bi neçarî em dixebitin? Çima em nikarin mala xwe bikin ofîs? Çima em nikarin bi erebeyên xwe yên taybet herin cihê karê xwe û werin. Gel em in lê belê tendirustîya gel a ku hûn behsa wê dikin; tendirustîya patronan û xulamên wan e.

Dibêjin “hay ji hevdûrîya civakî hebin!” Çûyîn û hatina kar mejbûrî ye. Xebata li tenişta hev a li wan kargehên dagirtî mejbûrî ye. Lê civînên ku bêne lidarxistin da ku em li ser pirsgirêkên xwe biaxivin qedexe ne û lidarxistina meş û mîtîngan da ku em mafên xwe bixwazin qedexe ne.

Sedema mirinan korona nîn e, ew in. Em dikarin xwarin û vexwarina xwe li dor rênimaya tendirustîya xwe peyda bikin? Na. Em dikarin têr razin? Na. Giranîya karê me normal e? Na. Tewr ji ber ku karkeran ji karên xwe derdixin, hejmara karkeran kêm bûye û em zêdetir dixebitin. Kargeh paqij in? Na. Têra me test hene? Na. Têra her kesî alavên bêhngirtinê hene? Na. Têra her kesî karmendên tendirustîyê hene? Na. Hemû çavkanîyên dewletê di destên wan de ne. Ji ku derê re xerc dikin van peran? Ji me re yan ji xwe re? Kî kedkaran dikuje? Korona yan ew?

Nikarin bi rê ve bibin! Ji ber ku nikarin bi rê ve bibin betal dikin, betlane didin, qedexe dikin. Ji kal û pîran re derve qedexe ye, dibistan û zanîngeh girtî ne, hemû bername betalkirî ne. Madem ku hemwelatî rewşa xwe ya awarte bi xwe radigihînin, wisa be ev dewlet çima heye? Ango karê eslî yê dewlet û hikûmetê pêkanîna pêwîstîyên bingehîn ên gel û parastina gel ji karesatan nîn e. Ango dewlet civatek e ku karên taybet ên xudanpereyan bi rê ve dibe.

Nikarin bi çepikan me bixapînin! Ji bo 20 milyon kedkarên ku bi kêmtirîn muçeyê dixebitin her roj çepikan jî lêxin nikarin bixapînin. Ji me re bêjin leheng jî parîxwerîbûna xwe nikarin veşêrin. Madem xebata li dikanan, paqijkirina gilêşan, dirûtina rûpoşan li dezgehan mejbûrî ye, çima van karan tenê em dikin? Qey em hindiktir însan in? Çima bê kêmkirina destheqan, hemû karên pêwist li serjimara ku dixebite naye paykirin? Helbet dizanin ku bi rêjeya kêmkirina seetên xebatê dê rîska girtina enfeksîyonê jî kêmtir bibe. Lê ji bo patronan kîsên wan ji tendirustîya karkeran girîngtir e. Di gel vê yekê patron dizanin ku saeta xebatê kêm bibe, wê ji bo xwerêxistinê û têkoşînê zêdetir wextê me bimîne.

Heta ku “Tifaqa Cimhûrî” neçe ev pirsgirêk nayêne çareserkirin. Eger îro korona bûbe qeyraneke mezin, berpirsê vê yekê hikûmet e. Gotin “sîstema berkeftî ya tendirustîyê, nexweşxaneyên me gelek baş in” lê encam li holê ye. Gotin me hemû berlêgirî pêk anîne lê encam li holê ye. Mal û milkê wan zêdetir bû lê derman nîn e, test nîn e, dûpoş nîn e, dezenfektan nîn e, bijişk nîn e. Yekane tiştê ku dizanin; qedexekirin û çewisandin e. Berê hêzên xwe yên ewlekarîyê didine ser kedkaran. Lê nikarin leşker û polîsên xwe jî ji koronayê biparêzin.

Yekane çeka me têkoşîn e! Di şûna ku li xwe miqate bin da, divê em berê xwe bidine çarerêya xwe. Em guh nedin yên ku bi hinceta hevdûrîya civakî; bêrexistinîyê û gilîkarîyê û bêdengîyê li ser me ferz dikin. Çawa ku em kargehan tijî dikin divê em qadan jî tijî bikin da ku mafê xwe bistînin. Di şûna ku em di malên xwe de li hêvîya xilasbûna şofê bimînin, divê em bi hevrêyên xwe yên çînî re li ber dijminên xwe yên çînî rabin.

Dawî Li Hukimranîya Parîxweran!

Divê Karên Pêwîst Li Serjimarê Were Paykirin!

Seetên Kurt Ên Xebatê! Destheqê Bi Temamî!

 

Berlêgirîyên Hikûmetê Ne Ji Bo Koronayê Ne, Ji Bo Çewisandina Kedkaran E

Heta Ku Tifaqa Cimhûrî Neçe Li Dijî Koronayê Têkoşîn Nayê Kirin!

 

Em in Li Dezgeh û Kargeh û Nexweşxane û Dikanê!

Divê Ji Bo Wergirtina Mafên Xwe Li Qadan Jî Em Hebin!